Komîseriya Bilind a Mafên Mirova: Heta niha herî kêm 977 kesên sivîl li Ukrayna hatine kustin

25 March 2022 12:41 0 dîtin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirova: Heta niha herî kêm 977 kesên sivîl li Ukrayna hatine kustin

PeyamaKurd Komîseriya Bilind a Mafên Mirova ya ser bi Netewên Yekbûyî diyar kir, ji destpêka êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê, herî kêm 977 kesên sivîl li wî welatî hatine kuştin.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirova da zanîn, ji wan 977 kesan, 196 zilam, 144 jin, 12 keç, 27 kur û 42 kes zarok bûne, herwiha 556 kes jî regeza wan eşkere nebûye.

Herwiha amarên heman saziyê eşkere dikin, 1594 kesên sivîl jî ji destpêka êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê ve birîndar bûne, ku dabeşbûna wan bi vî awayî ye: 174 zilam,136 jin, 24 keç, 20 kur û 64 zarok bûne û regeza 1,176 kesan jî regez nehatiye diyarkirin.

Hat destnîşankirin ku cihên kuştî birîndaran wiha ye, li Luhansk û Donetskê 279 kes hatine kuştin û 823 kesên din birîndar bûne, ji wan kuştî û birîndaran 224 kuştî û 621 birîndar li navçeyên di bin desthilata hikûmeta Ukraynayê de bûne.

Li navçeyên di bin kontrola cudaxwazên komarên Donetsk û Luhans ku tenê Rûsya serxwebûna wan bi fermî nas dike û civaka navdewletî naskirina serxwebûna wan red dike, 55 kes hatine kuştin û 202 kes jî birîndar bûne.

Li navçeyên din ên di bin desthilata hikûmeta Ukraynayê de, wata li Kyivê, Cherkacy, Cherinihov, Kharkiv, Kherson, Mikolaiv, Odesa, Sumy, Zaporizhia û bajarên din jî 698 kes hatine kuştin û 771 kesên din birîndar bûne.