Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê: Ji 8 hezaran zêdetir kes wenda bûne
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir, ji 8 hezaran zêdetir kes wenda bûne.
Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Zêdan Xelef Etwanî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqî daye zanîn, komîsyona wan çendîn lêkolîn û raportên bi hevbeşiya bi lijneya navdewletî ya ji bo karûbarên wendabûyan amade kiriye û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Şêwirmendê Asayîşa Netewî Qasim Erecî kirine, da ku ji bo wan raportan bişopînin.
Zêdan Xelef Etwanî destnîşan kir, heta niha komîsyonê 8 hezar û 164 giliyên li ser wendabûna kesan wergirtine û derketiye holê ku tenê 123 kes, fermana desteserkirinê derbarê wan de hebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin