Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartinên Kurdistanê dema Komîsyona Bilind dirêj kir

22 May 2024 19:12 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartinên Kurdistanê dema Komîsyona Bilind dirêj kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê li ser guhertina yasaya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan deng û 6 mehan dema komîsyonê hate dirêjkirin. Hate zanîn ku sedema dirêjkirina dema komîsyonê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

Parlamentoya Iraqê îro 22yê Gulanê bi piraniya dengên Parlamenteran, guhertina duyem a komisyona bilind a serbixweya hilbijartinên Iraqê pesend kir.

Li gorî guhertina yasayê, dema komisyonê ji bo 6 mehan ango heta meha Mijdarê hate dirêjkirin.