Ji Serokomariya Iraqê daxuyaniya diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê: Cihê sanaziyê ye!
PeyamaKurd – Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê pêşwazî li diyarkirina roja hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê kir ku 20ê Cotmehê ji bo lidarxistina hilbijartinan hatiye destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Proseya demokrasiyê cihê şanaziya gelê me ye û destûr bingeha wî gelî ye.”
Serokatiya Komara Iraqê ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya diyarkirina dema hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê dikin.
Serokomariya Iraqê îro 27ê Hezîranê diyar kir, “Proseya demokrasiyê ji bo gelê me cihê şanaziyê ye û destûra federalî li ser bingeha daxwaza gel û pabendbûna bi veguhastina aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê hatiye avakirin.
Hate gotin, “Ew prose tenê proseyeke hilbijartinan nîne, belkî diyarkirineke rastgo ye ji bo daxwaza xelk û heza wan ji bo tevlîbûneke çalak di diyarkirina paşeroja welatê wan de.”
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin: “Em rêzê ji bizavên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan re digrin. Serokatiya Komarê hêvî kiriye ku zêdetir bizavê ji bo çespandina dadperwerî û zelalî û şefafiyetê di hilbijartinan de bike, herwiha daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê jî kiriye ku bi awayekî berfireh tevlî wê proseyê bibin ku nîşana îradeya wan a rast ji bo diyarkirina nûnerên xwe li Perlamentoya Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin