Ji Iraqê daxuyaniya leskerên Amerîkî yên ji Rojava hatine: Namînin!
PeyamaKurd – Rêveberiya Iraqê li ser leşkerên Amerîkî yên ku ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne daxuyanî da û ragihand, ew leşker li Iraqê namînin.
Li gorî daxuyaniya Tora Medyayî ya Ewlekariyê ku girêdayî Serokwezîrtiya Iraqê ye hat gotin, leşkerên Amerîkayê yên ji Sûriyê ketine nav erda Herêma Kurdistanê dê Iraqê derkevin û ew biryar hatiye pesendkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Ji bo mayîna hêzên ji Sûriyê hatine Iraqê ti biryareke mayînê nîne.”
Berî niha hatibû îdiakirin ku dê ew leşkerên Amerîkî li baregehên Ayn'ul Esed a Enbarê û ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê werin bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin