Rojava | AFPê dîmenên silavdan û hevdu hembêzkirina leskerên Rûsî û Amerîkî belav kir!
PeyamaKurd – Ajansa AFPê dîmenên, hembêzkirin û silavdana leşkerên rûsî û amerîkî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Li gorî nûçeyê, dema dewriyeyê hêzên rûs û amerîkî rastî hev hatine ku berevajî demên berê ku alozî derketibû di navbera wan de, hevdu silav û hembêz kirine.

Leşkerên herdu aliyan li ber kamerayan wêne girtine û kêfa xwe ji hev re anîne ku ev cara yekem e ji Rojavayê Kurdistanê dîmenên wiha yên hêzên rûs û amerîkî hatine parvekirin.

Petrol sahalarının yoğunluğu sebebi ile oldukça kritik bir bölge olan Haseke'de yolları karşılaşan birlikler, söylentilerin aksine gerilimden uzak görüntüler sergiledi.
Hatiye diyarkirin ku ew dîmen li nêzîkî zeviyên petrolê yên Hesekê li dorûbera bajarokê El Kahtaniye hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin