Reutersê dîmenên çeper û xendekên artêsa Sûriyê yên li Rojava belav kir
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê dîmenên ku artêşa Sûriyê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amadekariya rûbirûbûna êrîşên artêşa Tirkiyê dikin, belav kir.
Di dîmenên hatine belavkirin de, çeperên artêşa Sûriyê yên çekên giran hatine bicihkirin û xendekên hatine kolandin cî digirin.
Li gorî dîmenan deverên ji bo eniyên şer hatine amadekirin û çekên giran ên artêşa Sûriyê hatine bicihkirin, navçeyên Kobanî û Eyn Îsa yên Rojavayê Kurdistanê ne û di dîmenan de hêzên HSDê li kêleka hêzên artêşa Sûriyê xuya dikin.
Beriya niha HSDê ragihandibû ku wan bi artêşa Sûriyê re li ser parastina herêmê ji êrîşên artêşa Tirkiyê li hev kiriye.
Dîmenên Reutersê piştî Lûtkeya Tehranê ya Tirkiye, Îran û Rûsyayê hatine belavkirin ku li gorî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ne Rûsya ne jî Îran razî nebûne Tirkiye operasyoneke nû bide destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin