Pêsmerge nehist artêsa Iraqê nêzî çeperên wan bibe
PeyamaKurd- Li deverên Kurdistanê yên ku li ser wan di navbera rêvebiriya Kurdistanê û Iraqê arîşe hene, li bajarê Diyalayê, çend caran artêşa Iraqê xwestiye ku xwe nêzî noqteyên Pêşmergeyan bike lê Pêşmerge pêşî li wan girtiye. Artêşa Iraqê nikare li wan deveran asayîşê temîn bike û xelkê biparêze lê dixwaze bi pişta Pêşmerge xwe li wan deveran biparêze û bo wê jî dixwaze baregehan ava bike. Di vê mijarê de fermandarekî Pêşmerge Muhammed Siyasi weha gotiye:
“İŞİD xwe ji nûh de birêdixe û tehdîdên wan yên li ser herêmên Kurdistanê û Kurdan dewam dike. Çeteyên İŞİD iyan bi qederê ku li hemberê Kurdane, ne li hemberê rêxistin û dezgeyên Iraqê ne.”
Artêşa Iraqê ti carê Kurdan neparastiye û di serde her ew artêş bû ku Mûsilê bi sîlihên artêşê ve, da destê İŞİD ê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin