PENTAGON: Hevkariya bi artêsa Iraqê û hêzên Pêsmerge re wê bidome

20 June 2024 12:49 0 dîtin
PENTAGON: Hevkariya bi artêsa Iraqê û hêzên Pêsmerge re wê bidome

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) General Patrick Ryder ragihand ku DYA wê li gel hevpeymanên xwe yên Rojhelata Navîn ku yek ji wan jî hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ye û hikûmeta Iraqê, li dijî vejîna rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşîna xwe bidomîne

Ryder di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane de axivî û balê kêşa ser tekonîna DYA û hevalbendên wê yên li herêmê li dijî DAIŞê têdikoşin.

Patrick Ryder got: "Em ê ligel hikûmeta Iraqê û hevkarên xwe yên wek hêzên Pêşmerge, li dijî metirsiya DAIŞê tekoşîna xwe bidomînin. Di vê tekoşînê de tiştê ku divê em bikin; pêşîlêgirtina ji nû ve vejîna DAIŞê ye. Divê şiyana hevkarên me ya ku rê nedin DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike hebe da ku têkçûna wê ya tam misoger bikin."

Di destpêka meha Avrêlê de Komîteya Bilind a Leşkerî ya Iraqê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, li Bexdayê civiyan û domandina karûbarê komîteyên gotûbêj kirin.

Berdevkê hikûmeta Iraqê wê demê got ku xwezaya pêwendîyên hevpeymanîya navneteweyî û Îraqê wê di siberojê de bibe hevkarîya ewlehî ya dualî.

Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder diyar kir ku civînên dualî hê jû didomin û komîteya bilind wê di demeke nêz de ji nû ve bicive.

Ryder tekezî li ser xebata hevbeş a têkbirina DAIŞê ya artêşa Iraq û hêzên Pêşmerge kir û got: “Li gorî 10 salên borî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge, bandoreke mezin li tekoşîna lawazkirina liv û tevgera DAIŞê kirin. Ev yek, ji bo şiyan û bandoriya hêzên ku li herêmê bi hev re dixebitin nîşaneyeke baş a serkeftina hevkariyê ye."