Berdevkê Pentagonê: Hêzên Amerîka ji Iraqê venakisin!

12 January 2024 10:51 0 dîtin
Berdevkê Pentagonê: Hêzên Amerîka ji Iraqê venakisin!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder ragihand ku 130 caran li Iraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên Hevpeymanan hatiye kirin û got: “Êrîşên komên milîs li ser Herêma Kurdistanê metirsîdar in, helbet xelk jî tirsiyaye, ev karên xirab ku milîs dikin neberpirsyarane ne”.

Berdevkê Pentagonê da zanîn: “Erkê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê têkoşîna dijî DAIŞê ye, lê em dudil nabin ku ji bo parastina xwe û hêzên xwe, kiryarên leşkerî bikin”.

Li ser mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê jî Ryder got: “Em bi Hikûmeta Iraqê re di şêwrê de ne, lê heta niha ti guhertinek li ser wê yekê nîne ku Amerîka xwe ji Iraqê vekişe, di demekê ku em li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Iraqê li vî welatî ne”.

Herwiha Ryder diyar kir: “Hêzên me ji bo têkoşîna DAIŞê li Iraqê dimînin û em Iraqê wek hevpareke xwe ya girîng dibînin”.

Berdevkê Pentagonê bibîr xist, li Iraqê 53 caran êrîşî Hevpeymanan hatiye kirin û li Sûriyeyê jî 77 caran êrîşî Hevpeymanan hatiye kirin.