Berdevkê Pentagonê: Îran hewl dide Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder got, “Îranê dixwaze Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe”.
Ryder di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku Îran hewl dide hegemonyaya xwe ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê zêde bike û ev ne gaveke nû ya Îranê ye.
Herwiha Ryder da zanîn ku Îran bi rêya hêzên wekîl hewl dide Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe, lê çavê Amerîkayê tim li ser wan û got, “Em berevajî wan koman, rêzê li serweriya welatên herêmê digrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin