Kanada hewl dide 5 Îraniyên pilebilindên rejîma Îslamî dersînor bike
PeyamaKurd – Hate ragihandin, Kanada piştî ku Pasdarên Îranê weke rêxistina terorîst bi nav kir, niha jî hewl dide 5 niştecihên berê di nav rejîma Îslamî ya Îranê de kar kirine dersînor bike.
Li gorî nûçeyên medya Kanadayê, Îdareya Koçberan a Kanadayê hewl dide 5 kesên ku di pileyên bilind ên rêjîma Îslamiya Îranê de xebitîne û niha nişteciyê Kanadayê ne, ji welat derxîne.
Ajansa Xizmetkariyên Sînorî ya Kanadayê, daxwaz ji Heyeta Birêveberiya Îdareya Koçberan û Penaberan a Kanadayê kiriye ku kombûnên pêregihîştin bi daxwaziya derxistina wan 5 piledarên rêjîma Îslamiya Îranê, bi rê ve bibe.
Ajansa Xizmetkariyên Sînorî ya Kanadayê, ev daxwaz di çarçoveya biryara sepandina dorpêçên ser bi dehan hezar berpirsên payebilind ên Îranê kiriye.
Hêjayî gotinê ye, dema êrîşên ser protestoyên “Jin Jiyan Aazadî”, Kanadayê jî nêzî 10 hezar kesên endamên supaya pasdaran xistibû nav lîsteya dorpêçan û herî dawî jî Supaya Pasdarên Îranê wekî rêxistineke terorîst tomar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin