Hêzên Amerîka saleke din li Iraqê dimînin: Sedem hate eskere kirin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz ji Kongreya Amerîkaıyê kir, rewşa neasayî ya niştimanî û nebûna îstiqrarê li Iraqê dibe sedem ku heta 22yê Gulan a sala 2025ê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.
Serokê Amerîkayê di nameya ku ji Kongreyê re pêşkeş kiriye de, hatiye gotin, ew astengên rastî dubare avadankirina Iraqê heye û herwiha amadekariyên ji bo aştî û îstiqrara ewlehî û parastina wan û pêşxistina saziyên siyasî û rêveberî û aboriyê li Iraqê heta niha jî metirsî û gefxwarinên ne asayî li ser asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Iraq û Amerîkayê hene.
Ji ber van sedeman jî hate xwestin ku heta 22yê Gulan a sala 2025ê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.
Serokê Amerîkayê Biden ev biryar di demeke ku hin aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin Amerîka hemû hêzên xwe ji Iraqê derxe hate dayîn. Piştî wan daxwazan bi armanca bidawîanîna erkê hêzên hevpeymanan jî çend civîn hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin