Parlamentarê PDKê: Deshilata Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîka tune ye

11 February 2024 16:41 0 dîtin
Parlamentarê PDKê: Deshilata Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîka tune ye

PeyamaKurd - Endamê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî li ser daxwazên Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê got: “Parlamentoya Iraqê desthilata wê ya derkirina hêzên hevpeymanan nîne û ev erka hikûmeta federal e.”

Sîpan Şêrwanî li ser mijara bidawîkirina erkê hevpeymanan li Iraqê ji K24ê re da xuyakirin, “Karê hikûmeta federal e, ne parlamentoyê ye. Li gorî xala 8 a destûrê, desthilata Encûmena Wezîran heye ku peymanên navdewletî pêk bîne, ne parlamento. Ji ber wê jî parlamento nikare biryara bidawîkirina erkê hevpeymanan bide û ne xwediyê wê desthilatê ye.”

Şêrwanî diyar kir, bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê karekî ne hêsan e û ne pêkan e ku di demeke nêzîk de ji Iraqê derkevin.

Herwiha Şêrwanî da zanîn: “Piraniya aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku Iraq hîn jî pêwîstiya xwe bi şiyanên leşkerî û istixbaratî yên hevpeymanan bi taybet Amerîka heye, lewra dikare di paşerojê de şêwazên karkirina wan bên guhertin.”

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê 10ê  Sibatê li ser binpêkirina serweriya Iraqê civiyabû û Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji hikûmeta federal kiribû ku yasaya hejmar 18 a sala 2020ê bicih bike, ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî û vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê.