PDKê ji bo rêkeftina namzedê serokomarê Iraqê Parlamentoya Kurdistanê nîsan da

26 July 2022 18:48 0 dîtin
PDKê ji bo rêkeftina namzedê serokomarê Iraqê Parlamentoya Kurdistanê nîsan da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, îro Sêşemê li parlamentoyê li ser proseya siyasî, pêkanîna hikûmeta Iraqê û hilbijartinên serokomariyê civînek saz kir û tê de diyar kir, heger rêkeftinek li ser namzedê serokomarê Iraqê yê Kurd çênebe, pêşniyar hatiye kirin ku Parlamentoya Kurdistanê li ser biryarê bide.

Li gorî ragihandina endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Xedr Mentak, di civîna îro ya fraksiyona PDKê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye gotûbêj kirin û hatiye destnîşankirin ku PDK bi israr e postê serokomariya Iraqê ji bo kurdan be û namzed jî bi rêkeftina di navbera kurdan de were diyarkirin.

Xedr Metak gotiye: “Heger em negihin rêkeftinekê, tê pêşniyarkirin ku vegerin parlamentoya Kurdistanê û hewl bidin li ser namzedê serokomariyê biryarê bidin.”