PDKê namzedê xwe yê ji bo Serokomariya Iraqê vekisand
PeyamaKurd – Polîtburoya PDKê, namzedê xwe yê ji bo Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed, ji bo serxistina proseya hilbijartinê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, vekişand.
Li gor Polîtburoya PDKê îro 13ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê diyar kir, piştî hilbijartinên di Cotmeha sala borî de, wan bi awayekî ron û eşkere, hewlên xwe dan ji bo rizgarkirina proseya siyasî ya Iraqê ji xitimandinê, ew jî rêya hevkarî û diyaloga bi hemû hêzên serkeftî yên Iraqî di hilbijartinan de bê cudahî.
Polîtburoya PDKê eşkere dike: “Li ser helwesta Serok Komarê Iraqê ku mafê pêkhateya Kurd e, me ji raya giştî re bi eşkereyî ragihandiye, divê li ser wergirtina kesê rast ji bo vê postê, lihevhatineke Kurdistanî hebe, ji ber ku ew post nûneratiya hemû gelê Kurd li Iraqa Federal dike. Lê mixabin, bi destêwerdan û hewldana ferzkirina îradeyên ne rast yên ji derveyî lihevkirina neteweyî ya gelê Kurd, hewl hat dayîn ku ev nêrîn were paşguhkirin. Ji ber wê yekê jî partiya me birêz (Reber Ehmed) wek namzed destnîşan kiriye ku vê postê werbigire.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Piştî ku hemû hewildanên bi ser neketin û lihevhatina Kurdî li ber çavan nehat girtin û li ser bingeha pirensîpên me yên netewî û ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokêkomar û damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqa Federal, me biryar da ku namzedê xwe birêz (Reber Ehmed) ji bo postê serok komarê paşve vekşînin.”
Rêber Ehmed jî li ser twitterê di derbarê mijarê de got: “Ji bo bidestxistina lihevhatineke niştimanî û xizmetkirina berjewendiyên welat û welatiyan, min daxwaza paşvekişandina xwe ji bo postê serokomariyê pêşkêş kir.”
Di berdewamiyê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed spasiya Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir ku bawerî dane wî û ew ji bo wê postê kirin namzedê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin