Hevpeymana Dewleta Yasa pistgirî da pêsniyara PDKê ya namzedê serokomarê Iraqê!
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî seroktiya wê dike, piştgirîya xwe bo pêşniyareke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina namzedê serokomarê Iraqê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, PDKê li beramber vekişandina namzedê xwe yê serokomariyê pêşniyar kiriye ku heger Letîf Reşîd bê namzedkirin ew dê piştevaniyê bidin. Letîf Reşîd bi xwe ji YNKê ye û li şûna Berhem Salih wekî namzed tê fikirîn.
Hevpeymaniya Dewleta Yasa jî diyar kiriye ku ew dê piştevaniya vê pêşniyara PDKê bikin û wê pêngavê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Lê belê heta niha PDK û YNKê li ser lihevkirina Letîf Reşîd ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.
Hêjayî gotinê ye, sibe 13ê Cotmehê Parnlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina posta serokomar ku para Kurdan e dicive ku PDK û YNKê li ser diyarkirina yek namzedê hevpar li hev nekiribû.
Salek bi ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de derbas bûye û hîn ji ber nakokî û aloziyên siyasî hikûmeta nû nehatiye avakirin. Heger di rûniştina sibe de, serokomar were hilbijartin, wê avakirina hikûmeta nû jî bikeve rojevê û danûstandinên aliyên siyasî ji bo wê mijarê dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin