YNKê pistgirî da qutkirina mûçeyên ne yasayî: Karekî bas hat kirin
PeyamaKurd - Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hamîd Hacî Xalî, piştgirî da biryara qutkirina mûçeyên neyasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got, karekî baş hatiye kirin û destxweşî li hikûmetê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh 4ê Çile ragihand ku di çarçoveya çaksaziyên hikûmeta herêma Kurdistanê de mûçeyê neyasayî yê zêdetirî 10 hezar û 600 kesan ji aliyê wezareta darayî û aborî hatiye qutkirin.
Li gorî nûçeya BasNewsê, Endamê polîtburoya YNKê Hamîd Hacî Xalî li ser mijarê gotiye: “Hikûmeta herêma Kurdistanê karekî baş kiriye ku mûçeyê wan kesan biriye ku du mûçe û sê mûçeyan werdigrin.”
Endamê Polîtburoya YNKê da zanîn, hin kes hene bi awayekî neyasayî mûçe werdigirin, ji ber wê jî destê hikûmetê sax be ku mûçeyên wan kesan birî.
Xalî diyar kiriye ku eger kesek tenê xwedî mûçeyek be û mûçeyê wî bê birîn, ez piştevaniyê li biryara birîna mûçeyê nakim, lê heger bi berdewamî mûçeyê neyasayî bê birîn, ev yek dikeve çarçoveya çaksaziyê de û em hemû dê piştevaniyê lê bikin.
Hamîd Hacî Xalî da zanîn ku bicihanîna yasaya çaksaziyê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve kareke baş e û YNK piştevaniyê lê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin