YNKê jî pistgirî da serokwezîriya Mesrûr Barzanî

03 December 2018 19:16 0 dîtin
YNKê jî pistgirî da serokwezîriya Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Pîre, pêşwazî li namzediya Mesrûr Barzanî ya bo serokwezîrtiya Hikûmeta Kurdistanê kir û got, ew ji bo di erka xwe de serkeftî be piştevaniyeke xurt lê bidin.

Pîre ev daxuyanî da: “Em Mesrûr Barzanî ji ber destnîşankirina namzediya serokwezîriya hikûmeta Kurdistanê pîroz dikin, di erka nû de serkeftinê jê re dixwazin. Em hêvîdarin dê hikûmeta bi seroktoya Mesrûr Barzanî gelekî serkeftî be.”

Pîre herwiha got, ew dê wekî YNK ya şirîka hikûmetê piştevaniya Mesrûr Barzanî bikin.