Mesrûr Barzanî bi peyamekê 48 saliya damezrandina YNKê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê 48 saliya damezrandina YNKê pîroz kir û got, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîrana 2023an peyamek belav kir û diyar kir: “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pîrozbahiyê li serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê dikim.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike û xizmetkirina ji bo berjewendiyên bilind ên niştiman, bike karê xwe yê niha û pêşerojê.”
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de hatiye damezrandin û piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duyemîn partiya mezin a Herêma Kurdistanê ye û niha ji 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, 21 kursiyê wê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin