Mesrûr Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Hezîrana 2021ê 46emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê tiwitterê belav kiriye de got:
“Ez salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) li hemû xebatkar û têkoşerên ku di nav refên YNKê de ji bo mafên gelê me xebatên xwe domandine pîroz dikim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dewamê de diyar kir: “Hêvîdarim YNK weke partiyeke mezin û hevpeyman di hikûmetê de, li ser piştgirîkirina karnameya me ya hevbeş ji bo zêdetir xizmetkirina gelê me berdewam be.”
On the anniversary of the PUK's establishment, I extend warm congratulations to PUK patriots who continue to fight for Kurdistani rights.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 1, 2021
As a primary and allied party in the government, I hope that the PUK will continue to support our joint agenda to serve our nation.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin