Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir

01 June 2023 12:08 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî de, ji bo 48 saliya damezirandina YNKê, pîrozbahiyê li wî, Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan, Polîtburo, Serkirdayetî û hemû endam û cemawerê YNKê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bilî amajepêdan bi xebat û dîroka YNKê, xwedêjêrazî Serok Mam Celal û pêgeh û rola wî bi bîr anî û hêvî xwest ku ev salveger bibe handerê tebayî, pêkveyî û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê.

Ji aliyê xwe ve Serokê YNKê bi navê xwe û serkirdayetiya YNKê xweşhaliya xwe ji bo pîrozbahî û pêwendiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.