Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina Tevgera Goran pîroz kir

25 July 2021 13:47 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera damezrandina Tevgera Goran pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera 11emîn a damezirandina Tevgera Gorranê, pîrozbahî li Rêkxerê Giştî û endamên Xaneya Raperandinê û Civata Niştimanî ya Goranê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Tevgera Goranê wek aliyekî bibandor, rol û pêgeheke wê ya berçav di proseya siyasî ya Kurdistanê de heye. Ev prose, îro ji her demekê zêdetir pêwîstiya wê bi yekrêzî û yekhelwestiya aliyan heye.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Hêvîdar im ev bîranîn û bone bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina pêwendî û hevxebata di navbera aliyan de û karê hevbeş ji bo çareserkirina qeyran û pirsgirêkan ber bi parastina maf û destkeftan û peydakirina jiyaneke xweştir ji gelê Kurdistanê re.”