Nêçîrvan Barzanî daxwuyaniya 49em salvegera damezrandina YNKê da

01 June 2024 18:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî daxwuyaniya 49em salvegera damezrandina YNKê da

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî daxwuyaniyekî bi sedema 49em salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)ê da û di daxwuyaniyê de got:

“Ez hêvî dikim ev salvegera han bibe sedema teşwîq û parastina statuya federal ya Herêma Kurdistanê, bi armanca parastina mafên qanûnî, di navbera partiyan de têgihîştin, hevkarî û yekîtiyê teşwîq bike.”

Barzanî di daxwuyaniya xwe de xîtabê serokê YNKê Bafil Talabani û buroya siyasî ya YNKê kir û weha dewam kir:

“Ez we, buroya siyasî, konseya parastina berjewendiyên YNKê, temamê endaman, destekvan û terefdarên we di salvegera 49em de pîroz dikim, dewama serkeftina we û pêşketina we dixwazim.”

Nêçîrvan barzanî di peyama xwe de Mam Celel Talabanî jî bibîranî û yad a wî kir.