Nêçîrvan Barzanî 55emîn salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

10 February 2025 19:10 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî 55emîn salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 55emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir.

 Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Sibatê di peyama xwe ya pîrozbahiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de got: “Nivîskarên Kurd her tim bi dilsozî kar û xizmet ji bo parastina nasnameya niştimanî ya Kurd û Kurdistanê û avakirina civakeke hişmend û pêşketî kirine. Pîrozbahiyê li bîranîna 55 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskarên Kurd pîroz dikim. Ez ji wan re pêşkeftin û serkeftinên berdewam dixwazim. Ez amadehî, rol û xizmeta wan a pîroz di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de bilind dinirxînim.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, nivîskarên kurd her tim kar ji bo parastina nasnameya neteweyî ya kurd û avakirina civakeke hişyar û pêşketî kirine û ked dane, roleke wan a berçav di kûrkirina çand û nirxên pêkvejiyanê, hevpejirandin û lêborînê, di civaka Kurdistanê de dibînin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, nivîskarên Kurd di dema borî de roleke erênî lîstine, di rewşa îroyîn de jî. Herêma Kurdistanê û civaka Kurd ji her demê zêdetir pêdiviya wê bi xamava nivîskarên berpirs û xwedî raman û prensîbên baş heye, ku rola wan di yekrêzî û berevanîkirina mafên mirovan û destkeftiyên Kurdistanê de hebe.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Di vê bîranînê de, silavê bo giyan û bîranînên wan nivîskaran dişînin ku bi hemû hêz û şiyanên xwe xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine.”