Ji Nêçîrvan Barzanî peyama 72 saliya Yekîtiya Jinên Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 11ê Kanûnê di 72yemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, “Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di parastina mafên jinan û paşerojeke baştir de karekî mezin kir.”
Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê kir û wiha pê de çû: “Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di bipêşxistina civakê û têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û dadperweriyê de roleke girîng lîstiye. Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ji sala 1952yan ve ji bo parastina mafên jinan û bihêzkirina jiyana wan a di hemû waran de di nava hewldaneke berdewam de ye.”
Nêçîrvan Barzanî anî ziman: “Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di dirêjahiya dîroka xwe ya têkoşînê de îsbat kiriye ku di bipêşxistina civaka sivîl de hevparê sereke ye. Ji bo parastina mafên jinan û garantîkirina paşerojeke baştir li Kurdistanê, wan kedeke mezin da.”
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ew hewlên jinan û beşdariya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ya di pêvajoyê de bilind dinirxînin û tekez kir ku ew ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke pêşketîtir piştgiriya têkoşîna jinan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin