Peyama Nêçîrvan Barzanî ya Newrozê ji bo Îranê: Bila astî û aramiyê bîne

24 March 2025 16:01 0 dîtin
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya Newrozê ji bo Îranê: Bila astî û aramiyê bîne

PeyamaKurd – Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Newroz û sersala nû peyamên pîrozbahiyê ji rêberê olî, serokkomar, serokê parlamento û wezîrê derve yê Îranê re şand.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî, serokê parlamentoyê Mesûd Pijîşkiyan, serokkomar Mihemed Baqir Qalîbaf û wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî de ragihand, bi dilgermî hatina Newroz û sersala we pîroz dikim û hêvîdar im Newroz bibe çavkaniya aştî, aramî û bexteweriyê bo her kesî û ji bo me û gelên din jî bibe sala aştî û aramiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê her weha rêz û pêzanînên xwe ji bo peywendiyên dîrokî û hevkariyên dostane yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi minasebeta Cejna Newrozê ya ji bo berpirsên Îranê tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser bingeha rêzgirtin û prensîbên cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş ji bo bihêzkirin, geşkirin û kûrkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de hevkariyê berdewam bike.