Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Newrozê: Parastina statuya Herêma Kurdistanê berpirsiyariya me hemûyan e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiya Cejna Newrozê belav kir ku tê got, “Parastina maf, destkeft û statuya Herêma Kurdistanê berpirsiyariya hevbeş ya me hemûyan e.”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir: “Newroz ku cejna azadî û nîşana berengarbûn û bawerî bi xwe hebûnê ye, sala nû û nûbûn e, li ser asta tak û kesî, bila paldera nûbûna hizr û ramanên me hemûyan be û bikîn destpêkek nû ji bo jiyan û têkiliyên me.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Parastina maf û destkeftiyan û qewareyê destûrî û siyasî yê Herêma Kurdistanê, wekî ka çawa berhemê tekoşîna hemû Kurdistaniyan e, her wiha jî berpirsiyariya hevbeş ya me hemûyan e daku bi hevre ber bi paşerojeka baştir û ronahîtir bi dilrehetî pêngavan bavêjîn û serbikevîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got: “Cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî gelek bi germî û ji dil li malbatên serbilind ên şehîdan, li gelê Kurd û li tevahiya gel, pêkhate û Pêşmergeyên mêrxas yên Kurdistanê pîroz dikim. Hêvîdar im hemû bi hev re digel xweştivî û ezîzên xwe cejneka bi xweşî di nav aramî û seqamgîriya Kurdistanê da derbas bikin.
Ez daxwazê ji welatiyên ezîz dikim ku di dema derketina derve û geşt û seyranên di nav xwezaya xweşik a Kurdistanê de, hindî ji wan bê pêgîriyê bi paqijî, bijîniyê û parastina jîngeha dilveker ya bihara welat bin, li xwe miqate bin û xweparêzî û rênimayiyên saxlemiyê li ber çavan bigirin.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Parastina maf û destkeftiyan û qewareyê destûrî û siyasî yê Herêma Kurdistanê, wekî ka çawa berhemê tekoşîna hemû Kurdistaniyan e, her wiha jî berpirsiyariya hevbeş ya me hemûyan e daku bi hevre ber bi paşerojeka baştir û ronahîtir bi dilrehetî pêngavan bavêjîn û serbikevîn.”
Di dawiyê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Her li vir, ji Kurdistana lêborîn, hevqebûlkirin û pêkvejiyanê rêz û silavên Newrozê û bihnên biharê, ji bo gelên Iraq û deverê, cîhan û dostên gelê Kurdistanê li her dera lê bin, her wisa, ji bo Neteweyên Yekgirtî ku cejna Newrozê kiriye rojeke navdewletî dinêrîn û digel hemûyan ji bona aramî, seqamgîrî û aştiyê kar dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin