Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Roja Cîhanî ya Parastina Jîngehê

05 June 2020 18:23 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Roja Cîhanî ya Parastina Jîngehê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 5ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Jîngehê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de got: “Di Roja Cîhanî ya Jîngehê de em pabendbûna xwe bi Kurdistaneke kesktir û paktir dûpat dikin. Parastina sirûştê, beşeke sereke ye di rûbirûbûna wan sedeman de ku ziyanê digihînin jîngehê, di nav wan de jî qirêjbûna hewayê.”

5ê Hezîranê ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve wekî Roja Cîhanî ya Jîngehê hatiye nasandin ku her sal di wê rojê de çalakiyên baldarbûnê li ser parastina jîngehê li seranserê cîhanê têne lidarxistin.