Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Roja Zimanê Dayikê: Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin

21 February 2023 18:28 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama Roja Zimanê Dayikê: Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, peyamek belav kir û  bal kişand ser parastina zimanê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên li Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 21ê Sibatê di peyama xwe ya bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, li ser twitterê got: “Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de em tekezîyê li ser parastin û pêşxistina zimanê şîrîn ê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên Kurdistanê dikin. Silav li wan pênûsên ku xizmeta zimanê dayikê dikin, pirzimanî û pirçandiya Kurdistanê diparêzin û ji bo pêkvejiyanê dixebitin.”

Hêjayî gotinê ye, Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pejirandiye û ji wê demê ve 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi çalakiyên curbicur tê pîrozkirin.