Nêçîrvan Barzanî bi peyameke bi zimanê Tirkî Roja Çand û Zimanê Tirkmenî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 17 Mijdarê Roja Çand û Zimanê Tirkmenî bi peyameke bi zimanê Tirkî pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de got, Herêma Kurdistanê ya me hemûyan e.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi tirkî ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X da wiha got: "Ez ji dil û can roja ziman û çanda Tirkmenî li welatiyên me yên Tirkmen pîroz dikim."
Serok Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku bi vê minasebetê piştevaniya xwe bo Tirkmenan û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dûpat kir û got, Herêma Kurdistanê ya me hemûyan e û em ji hemû pêkhateyan re tekez dikin ku wê her tim navenda jiyana hevbeş be. "
Parlamentoya Kurdistanê du rojên taybet ji bo Tirkmenan fermî kir
Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina meha Çile ya 2020an de ji bo fermîkirina rojên taybet ên Tirkmenan, 17ê Mijdarê weke “Roja Çand û Zimanê Tirkmenî” û 25ê Sibatê jî weke “Roja Çapemeniya Tirkmenan” qebûl kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin