Nêçîrvan Barzanî: Zimanê me hebûna me ye

21 February 2025 13:43 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê me hebûna me ye

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X bi kurmancî û soranî peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe ya bi sernavê “Zimanê me hebûna me ye” de wiha got:

“Di roja zimanê dayikê ya cîhanê de ez tekeziyêli ser giringiya bipêşxistina zimanê me yê şîrîn, Kurdî û zimanên hemû pêkhateyên Kurdistanê dikim.

Ziman beşeke bingehîn a nasnameya me ya neteweyî û çandî ye. Divê em bi her awayî parastina bikin û girîngî û qîmetê bidin pêşxistina wî.”