Nêçîrvan Barzanî: “Parasatina zimanê dê, dêwezîfe ya herkesiye”
PeyamaKurd- Bi munasebeta ‘Roja Zimanê Dê’ ku her sal di 21 sibatê de tê pîrozkirin, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî belav kir û di peyama xwe de got:
“Parastina zimanê dê wezîfa her ferdê civakê ye. Em hêvî dikin ku ‘Roja Parastina Zimanê Dê’ bibe pêgnaveka bilindkirina zimanên ji hev cuda, olên ji hev cuda û çandên ji hev cuda yên Kurdistanê.”
Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê civakî de ragihand û got ku li Kurdistanê gelek zarava û ziman tên axaftin û daxwaza parastina zimanê dê kir.
UNESCO, di sala 1999an de di 17 ê meha 12 an de biryarê dabû ku her sal di 21 ê sibatê de ‘Roj a Zimanê Dê ya Navdewletî’ bê îlankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin