Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kir.
Şeva borî li qezaya Hemdaniye ya başûrê rojhilatê Mûsilê şewat di holeke dawatan de derket, li gorî zanyariyan nêzîkî 100 kesî canê xwe jidest dan û 200 kes jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez sersaxî, hevsozî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên ku şeva borî di bûyereke trajîk de li holeke boneyan li navçeya Hemdaniyê canê xwe jidest dane û birîndar bûne, dikim.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê qurbaniyan bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan. Hêviya başbûna zû ji ji birîndar û berketiyan re dixwazin. Di vê dema dijwar û bi êş de bîr û xeyalên me bi wan re ne û ji her yarmetî û alîkariyekê re amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin