Nêçîrvan Barzanî ji bo qurbanîyên Mûsilê peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Barzanî ji bo qurbanîyên bûyera Mûsilê peyameke sersaxiyê belav kir û dîyar kir ku ji bo alîkarîyê ew û hemû dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî Îro di daxuyaniyê da hevxemî û sersaxiya malbatên qurbaniyên bûyera Mûsilê kir û got, “Xudayê mezin sebir û aramiyê bide ji malbatên wan qurbaniyan re bişîne û hêviya silametiyê ji rizgarbûyan re dixwain û hêvîdikin bûyerên wiha dubare nebin.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, her ji dema bûyerê ve ew çavdêrîya rewşê dikin û hemû dezgehên Herêma Kurdistanê hatine agahdarkirin ku, ji bo piştgirî û alîkarî û pêwazîkirina lêqewimiyan di amadebaşiyê de ne.
Ji alîyê din ve Serokwezîr Barzanî bi waliyê Mûsilê Newfel Hemadî ra peywendîyeke telefonî encam da. Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê bi wî gihand û bi rêya wî bi malbatên qurbaniyan gihandin ku duhî li Mûsilê ji ber noqavbûna ferîbotekê li Çemê Dicleyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duhî pêncşemê li bajarê Mûsilê ferîbotek noqî avê bûbû, di encamê da li gorî Wezareta Navxweyî ya Îraqê 94 kes xeniqîbûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin