Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya El Hekîm belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Ayetullah El Uzma Seyid Mihemed Seîd El Hekîm belav kir.
Serokê Herêma Kurdistan bi peyamekê sersaxî ji bo malbata El Hekîm û mercî’e ayînî û gelê Iraqê kir û hêvî xwest Xwedayê mezin ruhê merhum bi mîhrebanîya xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de amaje bi hewl û xebata xwedê jê razî di warê rûbirûbûna zordarî û desteberkirina birayetî û xoşevîstî û toleransê di navbera hemû pêkhate û gelê Iraqê de kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin