Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî, peyama sersaxiyê belav kir

13 May 2022 18:33 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî, peyama sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan, peyama sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê medyaya civakî, peyama sersaxiyê ji bo Gelê Îmarata Erebî belav kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Em bi diltengiyeke kûr û xemginî, sersaxiyê ji malbata Şêx Xelîfe Bin Zayid, serkirde, dewlet û Gelê Îmarata dost re dixwazin. Em xemginiya wan a bi koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan re parve dikin. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî bi rehma xwe şad bike û sebirê bide malbata wî.”

Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan ê ku îro koça dawî kir, di 7ê Îlona 1948an de li bajarê El Eynê ji dayik bûye û lawê mezin ê damezirînerê Îmarata Erebî ye. Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan, zewicandî û babê 8 zarokan bû.