Nêçîrvan Barzanî: Em bi koça dawî ya Elî Qazî gelekî xemgîn bûn
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wefata kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî bi peyamekê sersaxî ji malbata Elî Qazî re xwest.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pêşkeşî malbata Pêşewa Qazî Mihemed kiriye de got: “Koça dawiyê û jidestdana xwedêjêrazî Elî Qazî, kur û şûnwarê Pêşewa Qazî, em gelek xemgîn kirin. Ji kûrahiya dilê xwe ji bo we û teveya kesûkar û hevalên xwedêjêrazî û ji gelê kurd re bi giştî seraxiyê dixwazim. Hevsoz û hevxemê we me.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir, “Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku aramî, sebir û hedarê bi hemûyan bibexşe û canê xwedêjêrazî Elî Qazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike. Rihê wî şad be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin