Nêçîrvan Barzanî bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî peyamek serxwesiyê belav kir

18 November 2020 13:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî peyamek serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke serxweşiyê bo malbata Dr. Firset Sofî belav kir û da zanîn: “Dr. Firset kesekî karzan û dilsoz bû.”

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar dike: “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke girîng di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de gêra, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di Parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset, ew kiribû kesekî xweştivî û cemawerî.”

Nêçîrvan Barzanî ji dil ve xemgîniya xwe bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî tîne ziman û dibêje, “Piştî wergirtina posta Parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.”

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ji ber nexweşiya Koronayê îro Çarşemê 18ê Mijdarê, li nexweşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

Biryar e îro cenazeyê Firset Sofî bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin.