Mesrûr Barzanî çû serdana malbata Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ku koça dawî kiribû

27 December 2020 16:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî çû serdana malbata Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ku koça dawî kiribû

Peyamakurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Kanûnê di 40 rojiya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî de, çû serdana malbata wî û zarokên wî.

Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe ya dilsozî de, ji nêzîk ve hevxemiya xwe bi malbata rehmetî Firset Sofî re nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdanê de got, "Ji ber jidestdana kesayetiyê lêhatî, birayekî dilsoz û niştimanperwer wek Doktor Firset Sofî, ziyaneke mezin gihîştiye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê bêgûman, riftar û helwestên ciwan ên diktor Firset Sofî, her dem zindî di bîra me de dimînin."