Serokwezîr Barzanî, li ser koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî, peyamek belav kir
PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Serokê Dewleta Îmarata Erebî, Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan ê ku 18 salan serokatiya Îmrata Erebî kiribû, peyamek belav kir sersaxî li Gelê Îmratê û malbata Nehyan kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi xemgîniyeke kûr, agahiya koça dawî ya Serokê Dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî, Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan, gihîşte min. Ez li ser navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, sersaxiyê li serokatî û Gelê Îmaratê bi giştî dikim. Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihuştê şad bike ku hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina xelkê xwe û mirovahiyê terxan kir. Xweda sebir û aramiyê jî bide her kesî. Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn”
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
13ê Gulana 2022yan

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin