Serokwezîr Barzanî, li ser koça dawî ya Beytocan peyamek da

12 September 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser koça dawî ya Beytocan peyamek da

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo hunermendê Kurd ku ber destî vê sibehê koça dawî kir, peyama sersaxiyê parve kir.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe ya sersaxiyê de got ku

“Beytocan, hunermendekî welatparêz, jêhatî û hoste bû. Xizmetên mezin pêşkêşî muzîka Kurdî ya resen kirin. Ez sersaxî û sebirê ji malbata rehmetî re dixwazim û êş û azarên wan parve dikim. Xwedayê mezin cihê wî bike bihuşta narîn û sebirê bide her kesî.

Hunermendê Kurd Beytocan ku demeke dirêj e ji ber pençeşêrê dihat dermankirin, ber destî vê sibehê li Swêdê koça dawî kir.

Birayê wî Adar Can diyar kir ku li gorî wesiyeta Beytocan, dê cenazeyê wî li Swêdê bê definkirin.