Serokwezîrê berê yê Îskoçyayê Alex Salmond koça dawî kir

12 October 2024 23:48 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Îskoçyayê Alex Salmond koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Îskoçyaye Alex Salmond, piştî 7 salan welatê xwe îdare kir, di 69 saliya xwe de bi yek carê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Salmond piştî li Makedonyayê axaftinekî kiriye ji nîşka ve jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Partiya Karkeran ya Îskoçê Anas Sarwar ragihand ku mirina Salmond wan şoke kiriye û weha dewam kir:

“Alex ji 30 salan zêdetir bû ku lehengê navenda siyasetê bû û fêda wî ya ji bo siyaseta Îskoç, nayê înkarkirin.”

Salmond, di sala 2014an de ji bo Îskoçya bibe dewletekî serbixwe, di dema serokwezîrtiya xwe de raferandûma serxwebûnê kiribû lê piştî bi ser neketibû, îstîfa kiribû.

Di sala 2021an de partiya Alba ya ku layangirê serxwebûnê bû damezrand û bû serokê partiyê.