Serokwezîrê berê yê Îsraîlê banga hilbijartinan kir: Netanyahu nikare serokwezîriya xwe bidomîne
PeyamaKurd – Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid diyar kir ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu nikare li ser wezîfeya xwe bimîne û di dema êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê zêdetirî 2 mehan de banga hilbijartinê kir.
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Lapid di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Yediot Ahronot de got, "Netanyahu nikare serokwezîrtiyê bidomîne. Di dema şer de hilbijartin dikarin bên kirin."
Lapid eşkere kir, wan ji Netanyahû re ragihandine ku ew ê weke muxalefetê jî bedelên giran bidin, piştgiriyê bidin peymana derbarê girtiyên Îsraîlî de û got, pêdivî ye ku pêşniyarek nû were ser maseyê. Dema ku kaxiz li ser maseyê tê danîn, heke neyê pejirandin jî çalakiyekê çêdike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin