Ebas: Banga Serokwezîrê Îsraîlê ji bo çareserîya du dewletan pêsketineke erênî ye
PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas di gotara xwe ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de diyar kir, banga Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ji bo çareserîya du dewletan pêşketineke erênî ye, lê belgeya wê yekê vegera ji bo gotûbêjan e.
Ebas da zanîn: “Testa rast ya rastgo û cidîbûna vê helwesta ew e ku hikûmeta Îsraîlî demildest vegere maseya gotûbêjan.”
Herwiha Ebas di gotara xwe de eşkere kir: “Baweriya me bi pêkanîna aştiyê ser bingeha dadmendî û qanûna navnetewî mixabin kêm dibe, ji ber sîyasetên dagîrkirinê yên Îsraîlê.” Û di berdewamiyê de Îsraîl weke rejîma “apartheid” binav kir.
Ebas destnîşan kir: “Îsraîl tu ax ji me re nehiştiye ku em dewleta xwe ya serbixwe ava bikin ji ber berfirehbûna wê ya komgehan. Gelo wê welatiyê me li ku derê bi rûmet û azadî bijîn?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin