Banga balkês a Colanî li ser 'Îsraîlê'!

05 March 2025 08:28 0 dîtin
Banga balkês a Colanî li ser 'Îsraîlê'!

PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTS) li Sûriyeyê Mihemed El-Colanî (Ehmed El Şara) beşdarî Lûtkeya Komkara Erebî ya ku li Qahîraya paytexta Misrê hat lidarxistin bû. Colani, li ser êrîşên Îsraîl ên li Sûriye, Lubnan û Filistînê daxuyanî da. Colanî got: "Îsraîl êrîşên xwe ranewestandiye. Binpêkirinên Îsraîlê hewce dike ku em bi hev re li hemberî vê tehdîdê bisekinin."

Colanî got ku "Tişta ku li Xezeyê diqewime ji bo tevahiya herêmê hişyariyek e" û bangên jicîhûwarkirina gelê Filistînê tevahiya gelê Ereb tehdîd dike.

Colanî di Civîna Bilind a Awarte ya Komkara Ereban a li ser Filistînê ku li Qahîreyê hat lidarxistin de axivî.

Colanî got ku vegera welatê wî bo Komkara Erebî "nîşanek e ku Sûriye wê kar bike bo zêdekirina ewlehî û aramiya herêmê."

Colanî got: "Îro em şahidê hewildanên nû ne ji bo sepandina çareseriyên ku dixwazin nexşeya herêmê ji nû ve xêz bikin li ser hesabê rijandina xwîna gelê Filistînê."

Colanî got: Banga jicîhûwarkirina gelê Filistînê ji bo miletê ereb metirsî ye û wiha dewam kir: "Koçberkirina Filistîniyan bingeha pirojeyeke mezin e ku armanca wê derxistina gelê Filistînê ji axa wan e."

Muhammed el-Colanî wiha got: "Tişta ku îro li Xezzeyê diqewime ji bo me hemûyan hişyariyek e. Divê welatên ereb helwesta xwe bikin yek û li hemberî gelê Filistînê berpirsiyariya xwe bînin cih."

Colanî da zanîn ku Îsraîl jî binpêkirina mafên gelê Sûriyê didomîne.

Mihemed El-Colanî wiha berdewam kir:

"Îsraîl ji sala 1967an û vir ve ku Girên Golanê dagir kir, dest ji binpêkirina mafên gelê me bernedaye. Binpêkirinên Îsraîl ên li Sûriyeyê aştiya li tevahiya herêmê dixe xeterê. Binpêkirinên Îsraîl hewce dike ku em li hemberî van gefan bi yekdengî rawestin."

Colanî destnîşan kir ku divê zext li Îsraîl bê kirin ku demildest ji başûrê Sûriyeyê vekişe.