Serokwezîrê Îsraîlê li ser civîna Hewlêrê daxuyanî da: Banga astiyê li me dikin!

26 September 2021 11:28 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê li ser civîna Hewlêrê daxuyanî da: Banga astiyê li me dikin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, li ser civîna li Hewlêrê ya doh 25ê Îlonê ku komek Ereb bi naveroka ‘Asayîbûna bi Îsraîlê’ re li dar xistin û bû sedema bertekan li ser medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Bennett ew civîn wekî, “Bangeke gel a aştiya bi Îsraîlê’ nirxand û got, “Bi sedan sunî û şîeyên Iraqê ji bo banga aştiyê ligel Îsraîlê bikin hatin ba hev. Ev ne bangeheke ji jor û hikûmetê ye, bangeke ji jêr û gel hatiye ye û bi taybet jî naskirina bêdadiya dîrokî ya li cihûyan girîng e. Wê destê aştiyê yê Îsraîlê bigihe we.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê ragihandiye ku ew civîn bêyî destûrê hatiye lidarxistin.

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji wê civînê ne agahdar bûne û da xuyakirin, li gor destûra Iraqê desthilata Hikûmeta Federalî ye û Herêma Kurdistanê di vî warî de bi tevahî pêgirî siyaseta derve ya Iraqê ye.