Sandeya DEMê ya Îmraliyê pistî hevdîtinên li Hewlêrê daxuyanî da

17 February 2025 15:12 0 dîtin
Sandeya DEMê ya Îmraliyê pistî hevdîtinên li Hewlêrê daxuyanî da

PeyamaKurd – Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê îro li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya. Di şandeyê de endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEMê Berdan Ozturk, Parlamenter Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç hebûn.

Li ser navê heyetê li Qesra Walîtiyê, Keskîn Bayindirê hevserokê DBPyê daxuyanî da.

Keskîn Bayindir di destpêka axaftina xwe de spasiya Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kir. Bayindir got,

“Me hevdîtinên xwe bi Serok Mesûd Barzanî re dest pê kir, saetek û 45 deqeyan ajot. Heyeta me silav û peyamên birêz Ocalan ên derbarê çareseriyê de ragihandin. Îro em bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan. Her wiha me silavên birêz Ocalan jî gihandinê û ku birêz Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê girîngiyê dide ramanên Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî.”

 

Bayindir, diyar kir ku di hevdîtinan de li ser pêşeroja Kurdan axivîne û wiha dewam kir:

“Me behsa wê yekê kir ku çareserî û aştî wê çawa bi pêş bikeve û di vê pêvajoyê de rola aktorên wê Kurd çawa be. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li benda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li ser Başûr û Rojhilata Navîn bike. Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û neteweyî. Hemû hêzên cîhanê behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Aktorên kurd dê rola herî mezin bilîzin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê însiyatîfeke mezin diavêje û hewl dide pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derxîne qada siyasî û hiqûqî. Ev nexşerêya rê jî dê dawî li kaos û krîza li Rojhilata Navîn bîne.”

“Aktorên Kurd li ser esasê neteweyî li ser nêzî mijarê dibin” 

Di berdewamê de weha pê de çû: 

“Birêz Mesûd Barzanî di vê mijarê de piştgiriyeke mezin da û got ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ev du roj in em li Hewlêrê ne, me du hevdîtinên girîng pêk anîn û herdu hevdîtin jî baş derbas bûn. Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn jî dê girîng bin. Her weha dê rê li ber çareseriya hemû qeyranan li ser bingehên demokratîk û qanûnî veke. Di vê pêvajoyê de bendewarî û hêviya gelê me çareseriya li ser esasê azadî, aştî û wekheviyê ye.

Aktorên Kurd, hemû sazî û rêxistinên gelê Kurd li ser esasê netewî nêzî vê mijarê dibin. Piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê tînin ziman. Heyeta me serdana xwe ya li Hewlêrê diqedîne û ji wir jî em ê derbasî Silêmaniyê bibin. Em ê bi Bafil Talebanî û Qubat Talebanî re hevdîtinê bikin. Piştî van hevdîtinan wê daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn. Li ser navê Şandeya Îmraliyê em ji bo hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê spasiya Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikin.”