Serdana Îmraliyê bi dawî bû: Sandeya DEMê wê saet di 17:00 de daxuyaniyekê bide

27 February 2025 15:32 0 dîtin
Serdana Îmraliyê bi dawî bû: Sandeya DEMê wê saet di 17:00 de daxuyaniyekê bide

PeyamaKurd – Şandeya Partiya DEMê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. 

Şande wê saet di 17:00 de li Stembolê daxuyaniyê bide. Di demekê de ku ji çavkaniyên Partiya DEMê tê ragihandin ku Ocalan dê “daxuyaniyên dîrokî” bide, her wiha tê axaftin ku çêdibe ku banga danîna çekan li PKKyê were kirin.

Dema daxuyaniyê hat bipêşxistin

Diviyabû şandeyê di 28ê Sibatê de li ser hevdîtin û encamên wê daxuyaniyeke berfireh bidaya ku bi îhtimaleke mezin banga Ocalan di salvegera Peymana Dolmabahçeyê ku yek ji hevdîtinên dîrokî yên pêvajoya çareseriyê ya berê û Darbeya 28ê Sibatê ye, li Enqereyê bê kirin. Lê belê cihê daxuyaniyê bi guherîneke ji nişka ve derbasî Stembolê bû. 

Daxuyanî wê îro saet di 17:00 de li Otela Elit Worldê ya li Taksîma Stenbolê bê dayîn. 

Çavkaniyên Partiya DEMê ragihandin ku çêdibe ku daxuyaniyên dîrokî ji Ocalan bên. 

CNN Turkê ragihand ku ew gihîştine wê daxuyaniya ku tê çaverêkirin îro Abdullah Ocalan bide û di wê bangê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku “Tu wateya wê tune ku PKK têkoşîna xwe ya çekdarî bidomîne.”