Serokwezîrê berê yê Îsraîlê: Têkçûna herî mezin a dîrokê ye!
PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Barak, ji France 24ê re axivî û diyar kir ku di dîroka dewleta Îsraîlê de şikesta herî mezin, bi êrîşa Hamasê çêbû lewra Til Evîvê nikaribû pêşî lê bigire.
Ehud Barak diyar kir ku êrîşa Hamasê ya di 7ê Cotmehê de wekî "şikesta herî mezin a dîroka dewleta Îsraîlê" bi nav kir ku Til Evîvê nikaribû pêşî li wê bigire.
Barak amaje kir ku baweriya gel, malbatên kuştiyan û fermandar û leşkerên li qadê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tuneye û diyar kir ku ji ber ku 2 rayedarên payebilind ên leşkerî yên berê Benny Gantz û Gadi Eizenkot di kabîneya şer a Îsraîlê de cih digirin, ew dilxweş e.
Barak di nirxandina gotinên Serokê Amerîkayê Joe Biden de ku gotibû, "Dagirkirina Îsraîlê ya li ser Xezayê dê xeletiyeke mezin be" nirxand û diyar kir ku di mijara stratejiyê de divê Amerîka şîretan neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin